Şêx Mihemed Bin Zayid Alê Nehyan bû serokê dewleta Îmaratê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i333953-Şêx_mihemed_bin_zayid_alê_nehyan_bû_serokê_dewleta_Îmaratê
Piştî ku duh şêx Xelîfa Bin Zayid Alê Nehyan mir, Meclisa Bilind a Itîhadê bi erêkirina piraniya endaman, şêx Mihemed Bin Zayid Alê Nehyan ji bo serokatiya Îmaratê hat pejirandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2022 11:25 Asia/Tehran
  •  Şêx Mihemed Bin Zayid Alê Nehyan bû serokê dewleta Îmaratê

Piştî ku duh şêx Xelîfa Bin Zayid Alê Nehyan mir, Meclisa Bilind a Itîhadê bi erêkirina piraniya endaman, şêx Mihemed Bin Zayid Alê Nehyan ji bo serokatiya Îmaratê hat pejirandin.

Li gorî ajansa ‘WAM’ê, Meclisa Bilind a Itîhadê îro şêx Mihemed Bin Zayid Alê Nehyan ji bo serokatiya dewletê pejirand.

Civîna meclisê bi serokatiya cîgirê serokê dewletê, serokwezîr û hakimê Dubayê şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm, li Koşka El-Meşref li Ebû Zebiyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniyeke Wezareta Kar û Barên Serokatiyê de hat bibîrxistin ku li gorî madeya 51`an a destûrê, şêx Mihemed Bin Zayid Alê Nehyan bi erêkirina hemû endaman wekî serokê dewletê hat hilbijartin.

Wezareta Kar û Barên Serokatiyê ya Îmaratê duh ragihandibû ku serokê dewletê şêx Xelîfa Bin Zayid Alê Nehyan wefat kiriye.