Google Kurdî ya Soranî jî li servîsa xwe ya wergerê zêde dike
May 12, 2022 12:13 Asia/Tehran
Google 24 zimanên din li servîsa xwe ya wergerê zêde dike ku yek ji wan jî zaravayê Kurdî ya Soranî ye.
Li gorî Google, nêzîkî heşt mîlyon kes bi zaravaya Kurdî ya Soranî diaxivin.
Di daxuyaniya ku îro Çarşemê hat dayîn de Google diyar kir ku armanca wan ew e ku mirovên ji çar aliyên cîhanê bikarin têkiliyê bi hev re daynin, îro wan 24 zimanên din li sîstema xwe zêde kirine û hejmara giştî ya zimanên ku niha ji bo xizmeta wergerê ya Google têne bikaranîn 133 ye.
Google berê jî zaravaya Kurmancî ya Kurdî li servîsa xwe ya wergerê zêde kiribû û destnîşan kir ku di demeke nêzîk de dê zaravaya Soranî ya Kurdî ji bikarhêneran re çalak bike.