Hevpeymaniya Siûdî 129 caran agirbesa Yemenê binpê kir
May 11, 2022 12:49 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Siûdî di şev û roja derbasbûyî da 129 caran agirbesa Yemenê binpê kir.
Li gorî ajansa nûçeyan a Yemenê (SABA), Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku balefirên naskirinê yên çekdar ên Hevpeymaniya Siûdî sibeha roja Çarşemiyê bi pêkanîna 48 operasiyonan lisser parêzgehên Mareb, Hece, Cewf, Seide, Teêz, Zalî û Beyzayê, agirbesa Yemenê binpê kir.
Li gorî vê raporê, Hêzên Hevpeymaniya Siûdî her wiha baregehên hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li parêzgehên Mareb, Hece, Teêz, Cewf ş navçeya Cîzanê dan ber êrîşên topxaneyê.
Vê çavkaniya leşkerî her wiha ragihand: Kirêgirtiyên Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker jî baregehên xwe yên leşkerî li hin navçeyên parêzgehên Beyza û Heceyê xurt kirin.