Hêzên siyonîst nekarîn cihênerên operasiyona El-Adê bigirin
Tevî derbasbûna çend saetan ji operasiyona şehadetxwaziyê ya El-Adê, Rejîma Siyonîst hema wisa nekariye cihênerên vê operasiyonê bigire.
Di opdê li rojhilatê Til Avîvê, 3 siyonîst hatin kuştin û 10 siyonîstên din jî birîndar bûn.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya Navenda Ragihandinê ya Filistînê, bi sedan kes ji hêzên leşkerî û istixbaratî yên siyonîst li navçeyên cûr bi cûr ên erdên dagirbûyî bi taybet bajarê Til Avîvê û navçeyên dorhêlê bi cih bûne û operasiyoneke berfireh bi alîkariya dron û helîkopteran ji bo naskirina vê operasiyonê dest pê kirine.
Pêştir kanala siyonîstî ya Kanê tevîê amajeya bi operasiyonên berxwedanê yên filistîniyan li erdên dagirbûyî di mehên dawî da mukur hat: Ev operasiyon dê berdewam bin.
Di vî warî da vê kanalê ragihand: Texmîna saziyên ewlehiyê yên israîlî nîşan dide ku pêla niha ya operasiyonên berxwedanê yên filsitîniyan dê heta dawiya sala 2022an were domandin.