Koalîsyona Siûdî bi mûşekan û topan êrîşî Me'rîbê Yemenê kir
Çavkaniyên leşkerî ji êrîşên mûşekî û topan ên hevpeymaniya siûdî ser çeperên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li parêzgeha Me'rîbê agahî dan.
Li gorî rapora kanala nûçeyan a El-Masîre, hevalbendiya siûdî şemiyê bi şev careke din agirbesta demkî ya du mehan li Yemenê binpê kir û pêgehên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li rojhilatê parêzgeha Me'rîbê bi mûşek û topxanê kirin armanca êrişan.
Koalîsyona êrîşkar her wiha çeperên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li herêmên El-Mulahiz û El-Medefan ên Se'deyê topbaran kirin.
Jêderekî leşkerî yê Yemenê ragihand, ku hevpeymaniya êrîşkar di 24 saetên borî de 92 caran agirbestên mirovî û leşkerî li Yemenê binpê kirine.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Yemen di cîhanê de krîza herî mezin a mirovî derbas dike. Ji sedî 80ê nifûsa 29 milyonî ya Yemenê ji bo ku bijîn, hewcedarê alîkariyan in.