Nîsan 18, 2022 11:45 Asia/Tehran
  • Armanca Hêza deryayî ya hevpare a amerîkî li Deryaya Sor

Di halekî da ku binpêlkirina agirbesa Yemenê ji aliyê Hevpeymaniya destdirêjker û kirêgirtiyên wan hema wisa didome, Amerîka wek mezintirîn piştgirê destdirêjiya li ser Yemenê, bi ragihandina damezirandina hêza deryayî ya hevpar bi behaneya dabînkirina ewlehiya Deryaya Sor, helwêsta xwe ya rsteqîn derheqê agirbesê ragihand.

Li gorî rapora Ajansa Yemeni Pressê, Karzanên siyasî vê tevgera Amerîkayê wek bêrêziya aşkira li hemberî hewildanên NY ji bo tesbîtkirina rewşa Yemenê dizanin. Hinekên din bibawer in ku armanca Amerîkayê ya damezirandina vê hêzê, bikaranîna wê wek amûra zextê li dijî Sen'ayê di rewşa destpêbûna gotûbêjan e.

Ev tevger ji bilî talankirina heyîtiya Yemenê, helbet armancine din jî dişopîne, ji wan dabînkirina ewlehiya bazirganiyê ya Rejîma Siyonîst ku zêdetir ji sedî 90ê ticareta xwe bi rêya vê deryayê pêk tîne, Bêguman Israîl jî endamê vê hêzê ye.

Ev kiryar hewildanek e din e ji aliyê Amerîka û Israîlê ji bo serdestiya li sser rêgeheke herî girîng a geştên deryayî yên navneteweyî bi rêya kontrola Bab ul-Mendebê bi alîkariya baregehên lêgerîn û leşkerî li Girava Suqutrayê û bi hevkariya Erebistan û Imaratê

 

Serepeyv