4 welatên ewropî bertek nîşanî bûyerên Mizgefta Eqsayê da
Welatên Almanya, Fransa, Îtalya û Spanyayê bi dayîna daxuyaniyê bertek nîşanî bûyerên roja Înê li Mizgefa Eqsayê da.
Li gorî rapora Fars Newsê, Welatên Almanya, Fransa, Îtalya û Fransayê bi daxuyaniyeke hevpar û bêyî şermezarkirina destdirêjiyên memûrên Rejîma Siyonîst li Mizgefa Eqsayê, tenê nîgeraniya xwe di vî warî da ragihand.
Van welatan di daxuyaniya xwe da daxwaza rêzgirtina li rewşa niha ya rêveberiya cihwarên pîroz (toliyeta misilmanan) li bajarê Beytul Muqedesê û tekezî li ser hewildanên ji bo aramkirina rewşê kir.
Yekîtiya Ewropayê jî bi dayîna daxuyaniyekê, tekezî li ser pêwîstiya rawestandina kêşeyan di navbera filistînî û siyonîstan li Kêleka Rojavayî û Qudsa dagirbûyî kir.
Êrîşa hovane ya leşkerên siyonîst li ser nimêjkarên birojî li Mizgefta Eqsayê heta niha tûşî gelek bertek û şermezarkirinan bûye.