Nîsan 09, 2022 17:06 Asia/Tehran
  • Hemasê bertek nîşanî çalakiyên dijî Filistînê yên li Tirkiye û Bahreynê da

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) şermezarkirina operasyona berxwedanê ya li Telavîvê ji aliyê Tirkiye û Behreynê ve şermezar kir.

Piştî berxwedana ciwanên Filistînê û operasyona dijî sîyonîstan li Telavîvê li hemberî cinayetên rojane yên siyonîstan, Balyozxana Tirkîyê li Erdên Dagirbûyî û Wezareta Karên Derve ya Behreynê bi weşandina daxûyaniyan ev pêngav şermezar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Hazim Qasim berdevkê Hemasê, kiryarên balyozxana Tirkiyê li navçeyên dagirbûyî û wezareta karên derve ya Behreynê li bara operasiyonên berxwedana Filistînê, şermezar kir û got: berxwedana gelê Filistînê ji bo parastina xwe û parastina pîrozgehên misilmanan e.

Qasimî got: Siyaseta êrîşker a Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê û pîrozgehên wê yek ji cureyên terorîzmê û nijadperestiyê li cîhanê ye û got: rawestana li ber terorîzma Rejîma Siyonîst mafek e ku li gorî qanûnên navneteweyî hatiye naskirin.

Rejîma Siyonîst her roj bi hincetên curbecur êrîşî gelê mezlûm ê Filistînê dike, wan şehîd an birîndar dike an jî wan digre; Filistînî jî li hemberî van cinayetan operasyonên dijî sîyonîstan li dar dixin.

Serepeyv