Nîsan 08, 2022 14:53 Asia/Tehran
  • Sebebkarê operaasiyona berxwedanê li Til Avîvê şehîd bû

Ciwanê filistînî ku şeva derbasbûyî li nav bajarê Til Avîvê du siyonîst kuştibûn, şehîd bû.

Reid Fethî Azim ciwanê filistînî êvara Pêncşemiyê li navçeya Dîzengofa Til Avîvê di operasiyoneke berxwedanê da 2 siyonîst kuştibûn û 16 kes jî birîndar kiribûn.

Medyayên siyonîst ragihand ku ev bûyer li Til Avîvê kêmdîtî bûye.

 

Li gorî rapora Felestin Al-Yawmê, Medyayên filistînî roja Înê qala şehîdbûna hokarên vê operasiyona berxwedanê li dijî hêzên siyonîst li nêzikî navçeya Yafayê li Filistîna dagirbûyî kir.

Çavkaniyên ibrî îdia kiriye ku du kes ji Rêxistina Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst (SHABAK) piştî naskirina vî kesî jê xwestiye ku teslîm bibe, lê wan gulle berdaye ser wan.

Leşkerên siyonîst jî wek bersiv gule reşaandine ser wî û ew şehîd kiriye.

Pêştir komên berxwdana Filistînê bertek nîşanî cinayetên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê dabûn û ragiahndibûn ku berxwedan tenga bijarde ye ku pêşiya Rejîma Siyonîsst ji bo dewama pêkanîna cinayetên xwe li dijî welatiyên Filistînê li erdên dagirbûyî digire.

 

Serepeyv