Nîsan 07, 2022 11:58 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Siûdî bi binpêkirina agirbesê tankereke ardûyê ya Yemenê desteser kir

Berdevkê Kompaniya Neftê ya Yemenê Çarşemiyê bi şev ragihand ku hevpeymaniya siûdî tevî hebûna agirbesê bi navcîtiya NY, keştiyeke neftê ya Yemenê desteser kiriye.

Hans Grundberg şaniyê taybet ê NY li karên Yemenê roja 2ê Nîsana 2022an got ku Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê û hevpeymaniya bi rêbertiya Erebistanê bersiva erênî dane

pêşniyaza NY ji bo pêkanîna agirbesa dumehî.

 

Li gorî daxuyaniya ku kanala televîziyonî ya erebî ya El-Mesîreya Yemenê weşandiye, Kompaniya Neftê ya Yemenê (YPC) roja Çarşemiyê ragihand ku hevpeymaniya Siûdî keştoiya neftê ya

Daytona'yê ku gazûl hildigirt, desteser kiriye û ew biriye navçeya başûrê rojavayê Erebistanê.

Esam Mutewekil, berdevkê Kompaniya Neftê ya Yemenê got: "Wek hewildana ji bo anîna zexta zêdetir li ser gelê Yemenê û binpêkirina aşkira ya agirbesa ragihandî ji aliyê NY va, hevpeymaniya destdirêjker a bi rêbertiya Amerîka û Erebistana Siûdî îro keştiya nefthilgir a Dytona'yê ku gazûl hildigirt, tevî hebûna destûrê ji NY va desteser kir.

Wî her wiha got: Hevpeymaniya Siûdî piştra ev keştiya neftê bi awayekî xweserane ber bi perava Cîzanê va bi rê kir.

Mutewekil got: Hejmara keştiyên desteserkirî ji aliyê hevpeymaniya siûdî va sê keştî ne ku gişt ji aliyê NY va hatine çavdêrîkirin û destûr wergirtine.

Wî her wiha got: Tenê 2 keştiyên neftê ji 18 keştiyên ku li gorî agirbesê biryar bû bigihêjin Yemenê, gihîştine perava Hudeydeyê.

 

Serepeyv