Adar 30, 2022 09:39 Asia/Tehran
  • Li rojhilatê Tel Avîvê gullereşandin; Herî kêm 5 sîyonîst hatin kuştin

Çavkaniyên siyonîst şeva Sêşemiyê ragihandin ku li herêma Benî Birak li rojhilatê Telavîvê filistîniyekî gullereşandin ku di encamê de 5 kes hatin kuştin.

Çavkaniyên siyonîst ragihand ku di encama gullereşandinê de ji 5 kesên hatine kuştin yek polîs bû û hejmarek jî birîndar bûn. Hate gotin ku rewşa hin birîndaran giran e.

Li gorî polîsên rejîma Îsraîlê, kesek ku li motorsiklêtekê bû li ser 3 herêmên bajarê Benî Birak  gulle reşandin û got, derbarê aqûbeeta wî kesî de guman hene.

Berpirsiyarê vê gullereşandinê hîna nehatiye eşkerekirin, lê bi îhtimaleke mezin ew operesyoneke berxwedanê ya weke du şevên berê yenî ya êvara yekşemiyê li bajarê El-Xezîre ya bakurê Erdên Dagirkirî bûye ku di encamê de 2 leşkerên siyonîst hatin kuştin û 12 kesên din birîndar bûn.

Grûpên berxwedanê yên Filistînê bi caran ragihandine ku kiryarên bi vî rengî bersiveke xwezayî ye li hember cinayetên siyonîstên dagirker ên li dijî gelê mezlûm ê Filistînê.

Kenala 13`an a rejîma Îsraîlê ev heftî weke "heftiya bi xwîn" pênase kir ku di "3 dijwartirîn çalakiyan" de 10 îsraîlî hatin kuştin.

Serepeyv