Hizbullaha Libnanê: Amerîkayê berpirsê bûyerên Ukraynê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i332347-hizbullaha_libnanê_amerîkayê_berpirsê_bûyerên_ukraynê_ye
Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê dewleta Amerîkayê wek berpirsê bûyerên niha li Ukraynê zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2022 09:49 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Libnanê: Amerîkayê berpirsê bûyerên Ukraynê ye

Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê dewleta Amerîkayê wek berpirsê bûyerên niha li Ukraynê zanî.

Li gorî rapora rojnameya El-Quds El-Erebiyê, Elî Demûş, Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Ukrayn bûye qurbaniya siyaseta niha ya Amerîkayê ya li ser bingeha zêdekirina kêşeyan li cîhanê.

Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Dersa ku em dikarin ji bûyerên niha yên Ukraynê werbigirin ev e ku piştevaniya Amerîkayê ji hevpeymanên xwe tenê leylaneke û bes.

Demûş got: Rastî ev e ku serokomarê Ukraynê û serokkomarê berê yê Efxanistanê ku her duyan baweriya xwe bi Amerîkayê anî û pişta xwe dan Amerîkayê, li xwe mukur hatin ku Amerîkayê ew bi tenê hîştin.

 

Alîkarê Serokê Konseya Cihêner a Tevgera Hizbullaha Libnanê bi gotina vêya ku hîn jî riha nijadperestiyê li ser kesên ku dawa şaristaniyet, pêşketin û geşatiyê dikin û îdiaya Mafên Mirovan dikin, serdest e, got: Em dibînin ku li Amerîka û Ewropayê ku dawa mafên mirovan dikin, çawa tûşî çermreşan tên.