Çile 28, 2022 08:59 Asia/Tehran
  • Artêşa Urdun: Di pevçûnekê de 27 qaçaxçî li ser sinorê Sûrîyê hatin kuştin

Artêşa Urdunê duh pêncşemê dîyar kir ku 27 qaçaxçîyên gumanbar yên ku hewil didan ji Sûrîyê derbazê Urdunê bibin, ji hêla leşkarên wê ve, hatine kuştin.

Artêşê li ser malpera xwe da zanîn ku hewildanên bo qaçaxçîtiya madeyên narkotîkê ji Sûriyê hatine têk birin, rêjeyên mezin yên narkotîkê di operasyonan hatine bi dest xistin û çend kes jî birîndar bûne.

Herwiha, artêşê destnîşan kir ku ewê " karanîna rêzêkên angajmanê yên nû hatine ragihandin bidomîne û bo parastina sînorên Urdunê dê dijî her hewildanek derbazbûna nava Urdunê yan qaçaxçîtiyê, bersîveke tund ya wek kulmek hesinî bide.”

Di destpêka vê mehê de artêşa Urdinê ragihandibû ku ser sînorê Sûrîyê di pevçûneke bi qaçaxçiyan re, leşkerekî Urdunî hatiye kuştin.

Urdun zêdetirî 650.000 penaberên Sûrî yên ku jiber şerê navxweyî yê ku ev zêdetirî deh salan e didome revîyane, dihewîne.

Serepeyv