Çile 13, 2022 16:28 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Erebistanê li Yemenê êrişî nexweşxaneyekê kirin

Koalîsyona Erebistana Siûdî di dewama êrişên xwe yên leşkerî li ser Yemenê de, derdora nexweşxaneyekê li parêzgeha Sanayê bombebaran kir.

Tora nûçeyan a El-Mesîre sibeha Pêncşemê ragihand ku balafirên şer ên Erebistana Siûdî êrişî deverên derdora nexweşxaneya 48 li başûrê Senaa paytexta Yemenê kirin û eva bû sedema tirsê di nav nexweşan de.

Li gorî agahiyan, di encama êrişê de ziyan gihîşt Nexweşxana 48 û 4 kedkar û karmendên nexweşxanê jî birîndar bûn.

Her wiha di encama êrişa balafirên siûdî ser gundê Beyt Şueyb li bajarê El-Cerahî li parêzgeha El-Hudeydeyê, 2 sivîl hatin kuştin.

Di rojên derbasbûyî de, êrîşên esmanî yên hevpeymaniya siûdî ser deverên curbicur ên Yemenê ji wan paytexta Sanayê zêde bûne û heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin.

Erebistana Siûdî bi piştevaniya Amerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015an ve dest bi êrişa leşkerî bo ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya Yemenê kiriye.

Ji destpêka şerê Erebistana Siûdî û hevpeymanên wê li Yemenê heta niha bi sedan hezar yemenî kuştî û birîndar bûne û 4 milyon kes jî aware bûne.

Êrîşên leşkerî yên Erebistana Siûdî herwiha zêde ji sedî 85 ji jêrxanên Yemenê wêran kirine û ev welat di warê xwarin û dermanan de bi gelek kêmasiyan re rûbirû bûye.

Serepeyv