Balafirên şer ên dagirkerên Siûdî 108 caran bajarên Yemenê bombebaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i331348-balafirên_şer_ên_dagirkerên_siûdî_108_caran_bajarên_yemenê_bombebaran_kirin
Balafirên şer ên dagirkerên Siûdî di 24 saetên dawî de 108 caran bajarên Yemenê bi taybet bajarên parêzgehên Şebwe û Maribê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 12, 2022 15:41 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên dagirkerên Siûdî 108 caran bajarên Yemenê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dagirkerên Siûdî di 24 saetên dawî de 108 caran bajarên Yemenê bi taybet bajarên parêzgehên Şebwe û Maribê bombebaran kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, balafirên hevpeymaniya siûdî di 24 saetên dawî de 44 caran parêzgeha Şebwe bombebaran kirin. Bajarên Beyhan, Eyn û Hurîbê 37 caran û bajarokê El-Qenza yê bajarê Beyhanê bi xwe jî 7 caran hatin bombebarankirin.

Li parêzgeha Maribê, herêma El-Belq a bajarê El-Wadî 8 caran û bajarokê El-Cûbe jî 6 caran hatin bombebarankirin.

Bajarê Medxel li parêzgeha Maribê jî 2 caran ji aliyê balafirên siûdî ve hate armanckirin.

Bajarê El-Sewadiye yê girêdayî parêzgeha El-Beyza û bajarokên Xeb û El-Şeef ên parêzgeha El-Cewfê jî her yek 3 caran hatin bombebarankirin. Bajarê El-Hazim ê parêzgeha El-Cewfê jî carekê hat bombebarankirin.

Navçeya El-Ecaşer a ser bi herêma Necranê ya li ser sînorê Erebistana Siûdî jî 4 caran bû hedefa êrîşên esmanî yên Koalîsyona Siûdî.

Erebistana Siûdî bi piştevaniya Amerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015an ve dest bi êrişa leşkerî bo ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya Yemenê kiriye.

Ji destpêka şerê Erebistana Siûdî û hevpeymanên wê li Yemenê heta niha bi sedan hezar yemenî kuştî û birîndar bûne û 4 milyon kes jî aware bûne.

Êrîşên leşkerî yên Erebistana Siûdî herwiha zêde ji sedî 85 ji jêrxanên Yemenê wêran kirine û ev welat di warê xwarin û dermanan de bi gelek kêmasiyan re rûbirû bûye.