99 Filistînî bi destê leşkerên siyonîst birîndar bûn
Heyva Sor a Filistînê şeva îniyê piştrast kir ku 99 filistînî di şer û pevçûnên li gel leşkerên siyonîst de birîndar bûne û ragihand ku ev pevçûn li başûrê Nablusê li Şerîeya Rojava Çemê Urdinê qewimîn.
Li gor malpera nûçeyan a Felestine Al-Yaum, Heyva Sor a Filistînê ragihand, cihê teqez ên pevçûnan bajarokê Bîta, li başûrê Nablusê û Kefer Qudûm li Qilqiliyê bû.
Li gorî agahiyan, di van şer û pevçûnan de 15 kes bi gulleyên siyonîstan birîndar bûne û yên din jî bi gaza rondikrêj ketine rewşa fetisînê.
Pevçûn di navbera ciwanên filistînî û siyonîstan de rojek piştî şehîdbûna filistînîyekî 21 salî li rojhilatê Nablusê diqewime.
Ciwanê Filistînî, Bekir Haşaş, di pevçûneke çekdarî de serê sibeya Pêncşemê li derdora kampa Belate ya li rojhilatê Nablusê hat şehîdkirin.
Civata Netewî ya Malbatên Şehîdên Filistînê pêştir destnîşan kiribû ku leşkerên siyonîst di sala 2021an da bi tevahî 357 filistînî şehîd kirine.
Di sala 2021 de, artêşa rejîma Îsraîlê nêzîkî 8,000 Filistînî girtin, ji wan zêdetirî 1,300 nûciwan û 184 jî jin in.