Çile 03, 2022 19:14 Asia/Tehran
  • Hêzên Yemenê keştiyeke lesşekerî yê Îmaratî desteser kir

Berdevkê Hêzên Çekdar yên Yemenê ragihand, wan keştiyeke Îmaratî li derdora bajarê Hudeyda yê Yemenê li başûrê Deryaya Sor desteser kiriye û got, keştiyê alavên leşkerî hilgirtiye û bê destûr derbasî nav avên Yemenê bûye û karên dijminane dikir.

Berdevkê Hêzên Çekdar yên Yemenê Yahya Serî di twîtekê de got: "Hêzên çekdar ên Yemenê, dest danî ser keştiyeke barhilgir ya leşkerî ya Îmaratê ku alavên leşkerî hilgirtiye û bê destûr derbasî nav avên Yemenê bûye û kiryarên dijminane li dijî ewlekarî û aramiya Yemenê dike.

Serî desnîşan kir ku eva çend heftene ku Hêzên Yemenî ev keştiya leşkerî xistibûn bin çavên xwe û liv û tevgerên wê dişopandin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê got: Hêzên deryayî yên Yemenê di çarçoveya erk û wezîfeyên xwe yên parastina avên Yemenê de dest danî ser keştiya êrişkar a Îmaratê.

Wî dupat kir ku hêzên yemenî pêştir hişyarî dabûn hevpeymaniya destdirêjker a siûdî ku eger alozî zêde bibin dê operasyonên bêhempa li dijî wan pêk bînin û di dewamê de tekez kir: Yemenê bijardeyên guncan ji bo bersivdana kiryarên hevalbendiya siûdî yên zêdekirina êrişên li dijî gelê Yemenê hene. Ji ber vê yekê baştir e koalîsyona Siûdî dev ji ehmeqiya xwe berde.

Berdevkê Hevpeymaniya Erebistana Siûdî Turkî Malikî jî li hemberî vê yekê îdia kiriye ku ev operasyona hêzên yemenî çetegerî û terrorist ye û eva metirsiyeke rasteqîn e ji bo azadiya deryavaniyê û bazirganiya navneteweyî li tengava Bab El-Mendab û başûrê Deryaya Sor.

Serepeyv