Kanûn 29, 2021 11:20 Asia/Tehran
  • Muzakireyên nihênî yên Bin Selman û Wezareta Cengê ya Rêjîma Sîyonîst

Çavkanîyên dîplomatîk ên navnetewî muzakireyên paşmîrê Erebistanê û Wezareta Cengê ya Rêjîma Sîyonîst jibo wajokirina peymaneke leşkerî aşkira kirin.

Malpera Karên Leşkerî ya Istiratêjî Pêygê aşkira kir ku Mihemed Bin Selman paşmîr û Wezîrê Berevanîya Erebistanê bê deng di halê muzakireya digel Wezareta Cengê ya Rêjîma Sîyonîst da ye jibo bidestxistina hin mertalên berevanîya hewayî yên vê rêjîmê jibo sekinîna hibmerî balafirên bêfirokevan.

Ligorî wê malperê, Mihemed Bin Selman meyla xwe ser mertala nû ya Dêyvîd Islîng a Israyîlê bi merema xurtkirina sîstema berevanîya Erebistanê hibmerî tevgera Ensarullaha Yemenê nîşan daye.

Di vî halî da, malpera Neşnal Întêrêstê jî işkesta giran a mertala berevanîya hewayî ya Erebistanê tevî xerckirina bi dehan milyard dolarî ji hêla Rîyazê va aşkira kir.

 

Serepeyv