Kanûn 15, 2021 09:46 Asia/Tehran
  • Erebistan: Em hêvîdar in gotûbêjên Viyenê serkeftî bin

Feysel Bin Ferhan Wezîrê karên derve yê Erebistanê Sêşemiyê bi şev derbarê gotûbêjên Viyenê ji bo rakirina boykotên zalimane li dijî Îranê, got: Em hêvîdar in ku gotûbêj serkeftî bin û du alî lihevkirineke navokî ya giştalî û demdirêj bi dest bînin.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê kanala El-Erebiyeyê, Feysel Bin Ferhan ev gotin di kêleka Konferasa çapemeniya hevpar tev Nayîf Cehref Sekreterê giştî yê Konseya Hevkariya Kendava Farsê anîne ziman.

Wî her wiha got ku welatê wî li dû pêwendiyên normal tev Îranê ye, lê ev yek girêdayî bi hevkariya Têhranê ye.

Wezîrê karên derve yê Erebistanê bêyî raberkirina tu belgeyekê, îdia kir: Hin nûçe heta niha nîşan didin ku hin derengî di gotûbêjan da hene.

 

Serepeyv