Kanûn 06, 2021 09:14 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Siûdî 267 caran agirbesa li Hudeydeya Yemenê binpê kir

Odeya Operasiyonê ya efserên artêşa Yemenê qala dewama binpêkirina agirbesê li parêzgeha Hudeydeyê ya rojavayê vî welatî ji aliyê hevpeymaniya destdirêjker a siûdî kir.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Odeya Operasiyonê ya efserên artêşa Yemenê yekşemiyê bi şev ragihand ku destdirêjkerên siûdî û kirêgirtiyên wan di 24 saetên borî da 267 caran agirbesa Hudeydeyê binpê kiriye.

 

Li gorî ragihandina Odeya Operasiyonê ya efserên artêşa Yemenê, destdirêjkerên siûdî û kirêgirtiyên wan wan bi cûreyên çekên giran û sivik êrîşî ser Hudeydeyê kiriye.

 

Serepeyv