Kanûn 01, 2021 09:37 Asia/Tehran
  • Pêşdeçûna artêşa Yemenê li başûrê Maribê / Hêzên girêdayî Mensûr Hadî direvin

Pêşveçûnên berfireh ên artêşa Yemenê li navçên curbicur ên parêzgeha Maribê berdewam in û hêzên berxwedêr ên Yemenê vê dawiyê pêşdeçûnên nû li vê parêzgehê bi dest xistine.

Li gorî rapora kanala nûçeyan ya El-Semîre`yê, hêzên berxwedêr ên Yemenê karîn pêşdeçûneke berbiçav li navça başûrî ya Maribê bi dest bixin. Bi vî awayî yemenî li devera "Ruze Cehim" û zincîre çiyayên derdora devera "Wadî Zene" li başûrê Maribê pêşde çûn.

Li gorî vê raporê, piştî pêşdeçûna hêzên yemenî, hêzên girêdayî dewleta îstifakirî ya Yemenê revîn.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên yemenî roja Çarşema buhurî di şerê li dijî hêzên girêdayî Erebistanê de destkeftên nû bi dest xistin. Hêzên yemenî karîn ku kontrola deverên “Şeqe Mey” û “Iriq Mey” bi dest bêxin.

Çavkaniyên agehdar ragihandin ku artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê piştî bidestxistina destkeftên navborî karîn xwe bigihînin 5 kîlometriya navenda bajarê Maribê. 

Operasyona azadkirina parêzgeha Maribê beriya salekê dest pê kiribû û piraniya parêzgehê ketiye destê hêzên hikûmeta Senayê.

Serepeyv