Mijdar 18, 2021 21:37 Asia/Tehran
  • NY darvekirina 10 girtiyên yemenî şermezar kir

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) got: "Em îdamkirina 10 hêzên ewlehiyê yên herêmî li parêzgeha Hudeyde ya Yemenê şermezar dikin."

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê; Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephen Dujarric got: Ev binpêkirinên cidî yên qanûn û hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan in ku divê bi lez û bez lêkolîn bên kirin û sûcdar bên darizandin.

Dujarric herwiha got: "Careke din em bang li hemû aliyan dikin ku di bin her şert û mercî de bi tevahî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan pabend bibin.”

Di tawaneke nû de (14ê Mijdarê), kirêgirtiyên hevalbendiya siûdî 10 girtiyên yemenî li eniya rojava dan ber gulleyan û ew şehîd kirin.

Serokê Komîteya Niştîmanî ya Girtiyên Yemenî got: Îdamkirina 10 dîlên yemenî ji aliyê kirêgirtiyên hevpeymaniya siûdî, piştrastkirina gotinên rêberê El-Qaîdê li Yemenê li bara hevkariya bi kirêgirtiyan e.

Serepeyv