Welîehdê Ebûzebiyê dê biçe Tirkiyê
Mijdar 16, 2021 08:59 Asia/Tehran
Rayedarên Tirkiyê qala çûyîna Welîehdê Ebûzebiyê bo Enqerê kir.
Li gorî rapora YJC'yê, Rayedarên dewleta Tirkiyê qala serdana Muhemed bin Zayîd alê Nehyan Welîehdê Ebûzebiyê û dewsgirê Fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Imaratê bo Tirkiyê di roja 24ê Mijdarê da piştî çend salan kêşeya di pêwendiyên du welatan da kir.
Nakokiya Tirkiye û Imaratê derbarê qeyrana Lîbyayê hegera sereke ya van kêşeyan tê zanîn.
Tirkiyê di qeyrana Lîbyayê da pişta delweta yekîtiya neteweyî ya Lîbyayê û Imaratê jî pişta hêzên artêşa neteweyî bi rêbertiya Xelîfe Hefter digirin.