Mijdar 13, 2021 15:37 Asia/Tehran
  • Nimêjkeran dûrxistina Pêşnimêjê Mizgefta Sedrek a Bakûyê protesto kirin

Piştî kiryara hikûmeta Komara Azerbaycanê ji bo rakirina îmamê cemaeta şîeyan ya Mizgefta Bazara Sedrek û tayînkirina îmamê cemaeta sunne ji bo vê bazarê ku piraniya teqez nimêjker û mişteriyên wê şîe ne, li vê mizgeftê şer û pevçûn derket.

Kiryara hikûmeta Komara Azerbaycanê derbarê dûrxistina pêşnimêjê cemaeta şîeyan a Mizgefta bazara Sedreka  Bakûyê û destnîşankirina melayekî ehlê sunnetê ji bo pêşnimêjiya vê mizgevtê bû sedema nerazîbûna nimêjkeran.

Li gorî malpera Qaynar Info, berî demekê ev mizgeft ji ber nexweşiya Koronayê demkî hatibû girtin, lê di dema vekirina wê de, Hacî Ekrem ji pêşnimêjiya mizgeftê hatibû dûrxistin û kesekî bi navê Ferîd Îsmaîlzade wek îmamê vê mizgeft hat nasandin.

Oldarên Komara Azerbaycanê dibêjin, bi sedema zêdebûna bandora Tirkiyê li ser hikûmeta Komara Azerbaycanê, siyaseteke şikber û bêşermane û ne eşkere ya sunnîkirina Komara Azerbaycanê bi darê zorê dest pê kiriye û di vê çarçêvê de di pirtûkên dersê yên Komara Azerbaycanê de Şîetî ku ola piraniya mezin a gelê Komara Azerbaycanê ye, wek mezhebeke jirêderketî û dubendî tê nasandin, zêde ji vê yekê di van demên dawî de tedbîrên îcrayî jî ji bo neçarkirina xelkê Komara Azerbaycanê bo guhertina ola xwe hatine girtin ku yek ji van siyasetan guhertina pêşnimêj û melayên hinek mizgeftan e.

Hikûmeta Komara Azerbaycanê her wiha Huseyniya Ehlî Beyt (S) li Bakûyê ku bi salan li Komara Azerbaycanê wek navendek ji bo teşwîqkirin û xurtkirina Îslama resen bû, bi hinceta belavbûnê Koronayê girt. 

Serepeyv