Misirê guhartina demografîk û binpêkirina serdestiya Sûriyê şermezar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i329680-misirê_guhartina_demografîk_û_binpêkirina_serdestiya_sûriyê_şermezar_kirin
Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî got, welatê wî hewldanên binpêkirina serdestiya Sûriyê yan jî guhartina demografîk a bi darê zorê şermezar dike
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2021 14:47 Asia/Tehran
  •  Misirê guhartina demografîk û binpêkirina serdestiya Sûriyê şermezar kirin

Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî got, welatê wî hewldanên binpêkirina serdestiya Sûriyê yan jî guhartina demografîk a bi darê zorê şermezar dike

Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî li Qahîreyê di civîneke çapemeniyê de bi serokomarê Romanyayê Klaus Werner Johannes(Yohanês) re wiha got: "Me  krîza Sûriyê nîqaş kir û me piştgiriya xwe ji xebatên nûnerê navneteweyî re ji bo çareseriya siyasî ya li gorî biryara NY’yê ya 2254’an nîşan da."

Li gorî toreya Bewabet El-Ehram, El-Sîsî hewldanên binpêkirina serdestiya xaka Sûriyê yan jî guhartina demografîk a bi darê zorê şermezar kir.

Dewleta Tirkiyê b dagirkirina gelek ji bajar û gundên Sûriyê hewldide demografiya van deveran bi taybet deverên kurdnişîn biguhere û tirkman û erban dayne dewsa kurdan û mal û warên kurdan bide wan.