Cotmeh 19, 2021 21:13 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Bila komîteyek ji aliyê welatên îslamî va ji bo tecrubeyên Konferansa Yekîtiyê were damezirandin

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê daxwaza pêkanîna komîteyekê ji aliyê welatên îslamî vakir da ku encamên vê komîteyê di hevdîtinên xwe da tecrubeyên Konferansa navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî parve bikin.

Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê berêvara Sêşemiyêî di yekemîn roja lidarxistina Konferansa navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî da bi peyameke vîdyoyî got: Ji salên berê va Cîhana Îslamê tûşî komplo û pirsgirêkên mezin bûye û hêza istikbarî û di serê wan da Amerîkayê peywendiyên navbera misilmanan kiriye armanc, lê ji aliyê din va piştî Înqilaba Îslamî hin hewildan di çarçova levnêzikkirin û hevkarî û hevgirtina navbera misilmanan bi şêwazên cûr bi cûr pêk hatine.

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê destnîşan kir: Destkeft û encamên ku di konferansên Yekîtiya Îslamî da di heyama bîst salên dawî da çêbûne, roleke bibandor di derbaskirina gelek gef û pirsgirêkan û sekinîna li dijî wan hebûye.

Nesrullah got: Armanca ssereke û pîroz a me divê pêkhatina aştiya giştalî û yekîtiya navbera misilmanan be; Serxwebûna derveyî tayîfeşopiyê û Yekîtî heman tiştê pîroz e ku hewcetiya me pê heye û bi dehan sal e ku em li dû digerrin.

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Divê em li dû îde û fikrên nû bin. Dema ku ev konferans tên lidarxistin divê fikr bên nirxandin û tecrube bên bikaranîn. Divê di van konferansan da damezirandina komîeteyekê were vekolandin ku li Têhranê alim bi awayekî dewreyî beşdar bibin û em tecrubeyan parve bikin û pêngavrakirinê bikin pêşenga karê xwe.

Nesrullah destnîşan kir: Divê em hewil bidin ku Amerîka û istikbarê bi yekîtî û hevahengî û hevkariyê teslîm bikin û wan têk bibin; Dema ku niyet xalis û ji bo Xwedê bin, serketin dê bi dest bên.

Hevdem di gel destpêbûna Hefteya Yekîtiyê, sî û pêncemîn Konferansa navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî bi mijara Yekîtiya Îslamî, aştî û xweparastin ji duberetiyê li Cîhana Îslamê bi beşdariya komeke ramanwerên îslamî ji 52 welatên cîhanê bi awayê amadehî û mecazî dest pê kir.

 

Serepeyv