Li Beyrûtê alozî derketin û 4 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i329412-li_beyrûtê_alozî_derketin_û_4_kes_hatin_kuştin
Li Beyrûtê dema alîgirên "Hizbullaha Libnanê" û "Tevgera Emel" kom dibûn grevê pêkbînin, alozî derket û 4 kes hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2021 14:26 Asia/Tehran
  • Li Beyrûtê alozî derketin û 4 kes hatin kuştin

Li Beyrûtê dema alîgirên "Hizbullaha Libnanê" û "Tevgera Emel" kom dibûn grevê pêkbînin, alozî derket û 4 kes hatin kuştin.

Dadgeha Temîzê ya Libnanê gilînama dawîn a li dijî Dadgerê Lêpirsînê yê Teqîna Bendera Beyrûtê dadwer Tariq El-Bîtar red kir. Bi wê yekê jî rê da ew karê xwe li ser lêpirsînê bidomîne.

Alîgirên “Hizbulla” û “Tevgera Emel” jî li devera Tayoneh kom bûn, da ku biçin li dijî Dadgerê Lêpirsîna Teqîna Beyrûtê, dadger Tariq Al-Bîtar xwepêşandanê lidar xin, lê di encama mudaxileya hin kesên çekdar pevçûn û alozî derket.

Hat ragihandin, heta niha di alozî û pevçûnan de 4 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn. Muhtemel e hejmara kuştiyan zêde bibe.

Artêşa Lubnanê piştî pevçûna di navbera çekdaran li devera Tayouneh de, hêzên mezin şandin wê deverê û di daxuyaniyekê de daxwaz ji sivîlan kir, li kolanan nemînin. Herwiha gefa armanckirina her çekdarekî gulleyan bavêje xwar.

Ji aliyê xwe ve, Hizbullah û Tevgera Emel bang li hemû alîgirên xwe kirin ku “aram bin û nekevin nav fitneyê.”

Serokomarê Lubnanê bi Serokwezîr, wezîrê Berevanî û Navxwe, û Serfermandarê Artêşê re geşedanên rewşa ewlehiyê dişopîne, da ku rewşê aram bikin.