Li Misirê otobûsa rêwiyan qulibî: 12 kes mirin, 34 kes birîndar bûn
Ji ber wergerîna otobûsa rêwiyan li Misirê 2 kes ku zarok jî di nav de bû jiyana xwe ji dest dan, 34 kes jî birîndar bûn.
Li gor ajansa nûçeya a fermî ya Misirê MENA, Di rêya Qehirê – Suveyşê yali rojhilatê welat otobûsa rêwiyan qulibiye û di bûyerê de zarok jî di nav de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, 34 kes jî birîndar bûne.
Wezareta tenduristiya Misrê derbarê kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane ti daxuyaniyek neda.
Misir li Rojhilata Navîn welatek e ku herî zêde bûyerên trafîkê lê diqewmin û li gor raporta Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ya sala 2015ê Misir di ewlehiya rêyan de di nav welatên ereb de di rêzbendiya 16.mîn de ye û li cîhanê jî di nav 180 welatan di rêza 109ê de ye.
Wezareta derve ya Misrê jî derbarê bûyerê de sersaxî ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re xwest û ji bo birîndaran jî daxwaz û hêviya selametiyê kirin.