Li Libnanê tanker teqiya: 25 kesan jiyana xwe ji dest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i328297-li_libnanê_tanker_teqiya_25_kesan_jiyana_xwe_ji_dest_da
Duh li bajarê Ekar ê li bakurê Libnanê tankereke benzînê teqiya. Di encamê de 25 lubnaniyan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2021 06:30 Asia/Tehran
  •  Li Libnanê tanker teqiya: 25 kesan jiyana xwe ji dest da

Duh li bajarê Ekar ê li bakurê Libnanê tankereke benzînê teqiya. Di encamê de 25 lubnaniyan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Şêniyên bajarokê El-Telîl û bajarokên din li Ekar sehrîca (tanker) benzînê desteser kir û li wir kom bûn da ku wê vala bikin. Dema şêniyan sehrîc  vala dikir, agir bi sehrîcê ket û teqîneke mezin çêbû. Di encamê de bi dehan kuştî û birîndar ji sivîl û leşkeran çêbûn.

Ambulansan yekser sivîlên birîndar û hin cenaze rakirin nexweşxanên li Ekar, Miniye û Terablûsê.

Serokwezîrê Libnanê yê berê Seid Herîrî diyar ku “komkujiya li Ekarê ji komkujiya benderê ne cuda ye”