Tîrmeh 14, 2021 12:57 Asia/Tehran
  • Serdestiya artêşa Yemenê li navçeyeka stratejîk a parêzgeha Beyzayê

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê di dewama pêşdaçûna xwe li parêzgeha Beyzayê karîn navçeya girîng a Hebecê bigirin.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê, Hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi pêkanîna operasiyoneka din, kontrola navçeya girîng a Hebecê ji mezintirîn navçeyên şaristana Zahirê li başûrê rojavayê parêzgeha Beyzayê li navenda vî welatî bi dest xistin.

Navçeya Hebecê ji destpêka şerê Yemenê di bin kontrola kirêgirtiyên dewleta istîfakirî ya Mensûr Hadî da bû û ji hêla stratejîk va navendeke girîng jibo destdirêjkeran dihat hesab; Jin ber ku girêdayî sînorên îdarî yên parêzgeha Lehecê ye.

 

Serepeyv