Hizbullaha Libnanê çar balafirên bêmirov ên Îsraîlê xistin erdê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i327364-hizbullaha_libnanê_çar_balafirên_bêmirov_ên_Îsraîlê_xistin_erdê
Hin çavkaniyên nûçeyan vê sibehê ragihandin ku 4 balafirên bêmirov ên Rejîma Siyonîst ji aliyê Hizbullaha Libnanê ve hatine rûxandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2021 12:42 Asia/Tehran
  • Hizbullaha Libnanê çar balafirên bêmirov ên Îsraîlê xistin erdê

Hin çavkaniyên nûçeyan vê sibehê ragihandin ku 4 balafirên bêmirov ên Rejîma Siyonîst ji aliyê Hizbullaha Libnanê ve hatine rûxandin.

Kanala Sabirîn News a Iraqê ragihand ku hêzên Hizbullaha Libnanê çar balafirên bêmirov ên Rejîma Îsraîlê ku ji aliyê behrê ve ketibûn herêma hewayî ya Libnanê û ber bi Taxa Mazî ya li Beyrûta paytexta Libnanê ve diçûn kirin hedef û ew xistin xwarê.

Rejîma Siyonîst hertim qada hewayî ya deryayî û bejahî ya Libnanê binpê dike.

Rejîma Siyonîst gelek caran jî ji qada hewayî ya Libnanê  bikar tîne da ku êrişî Sûriyê bike.