Hezîran 22, 2021 19:32 Asia/Tehran
  •  Misir û Yewnanistan banga derxistina çeteyan ji Lîbyayê kirin

Di kongreyeke çapemeniyê de serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis û serokomarê Misirê Ebdullfetah Sîsî banga vekişandina çeteyan ji Lîbyayê û pêkanîna hilbijartin di dema xwe kirin.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis û serokomarê Misirê Ebdullfetah Sîsî kongreyeke çapemeniyê li Qahîrayê  li dar xist. Her duyan li ser girîngiya pêkanîna aştiyê li Lîbyayê û vekişandina hêzên biyanî jê li hev kirin.

Mitsotakis îşaret bi girîngiya jihevxistina komên çekdar ên li Lîbyayê kir.

Sîsî got wan bi Yewnanistanê re li hev kirine ku hilbijartinên Lîbyayê di dema xwe de ya beriya bidawîbûna îsal li dar bikeve.

Der barê dosya Bendava El-Nehda de Sîsî got: "Me diyar kir ku pêwîste bighêjin lihevkirineke qanûnî û divê civaka navneteweyî di vê dosyayê de roleke cidî bilîze."

Li ser asta din jî Ebdullfetah Sîsî piştgiriya xwe ji Yewnanistanê re hemberî hewldanên binpêkirina serweriyê wê nîşan da. Her wiha serokwezîr Kyriakos Mitsotakis got xala ku tê xwestin ew e ku deryaya Spî navbeykariya girêdana di navbera gel de ne ku wan ji hev parçe bike.

Serepeyv