Hezîran 15, 2021 12:46 Asia/Tehran
  • Yekem gotûbêja wezîrên derve yên Imarat û Rejîma Siyonîst

Medyayên erebî qala gotûbêja telefonî ya wezîrê derve yê Imaratê bi wezîrê derve yê nû yê Rejîma Siyonîst kir.

Li gorî rapora Times Israel'ê, Medyayên erebî berbanga îro Sêşemiyê ragihand: Ebdullah Bin Zayîd Alê Nehyan wezîrê derve yê Imaratê digel Yayîr Lapîd wezîrê derve yê nû yê Rejîma Siyonîst bi riya telefonê axiviye.

Wezareta derve ya Imaratê bi daxuyaniyekê ragihand: Ebdullah bin Zayîd di vê gotûbêja telefonî da posta nû ya Lapîd wek wezîrê derve yê Rejîma Siyonîst pîroz kiriye û bi wî ra dervarê hevkariyên dualî û lihevkirinên Abraham axiviye.

Lapîd jî di twitterê da nivîsî: Ez kêfxweş im ku min bi Ebdullah bin Zayîd ra gotûbêj kir û em bi meyl û meraq li benda hevkariya bi wî ra jibo pêkanîna pêwendiyên germm ên dualî me.

 

Serepeyv