Naveroka nameya welîehdê Siûdî bo Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i326857-naveroka_nameya_welîehdê_siûdî_bo_rêberê_tevgera_ensarullaha_yemenê
Welîehdê siûdî di nameyekê bo rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê daxwaz kir ku li hemberî wergirtina hin serpişkiyan, êrîşên ser kûrahiya axa Erebistanê bên rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 07, 2021 15:38 Asia/Tehran
  • Naveroka nameya welîehdê Siûdî bo Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê

Welîehdê siûdî di nameyekê bo rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê daxwaz kir ku li hemberî wergirtina hin serpişkiyan, êrîşên ser kûrahiya axa Erebistanê bên rawestandin.

Li gorî rapora El-Xeber El-Yemenî, Desteya omanî ku roja Şermiyê derbasî Senayê bûye, bi xwe ra nameyek ji Mihemed bin Selman, welîehdê siûdî jibo Ebdulmelik Husî rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê aniye.

Çavkaniyên omanî ragihandin ku ev name pêkhatî ji hin puenan ji aliyê siûdiyan va ye, ji an amadetiya jibo vekirina balefirgeha navneteweyî ya Senayê û bendergeha Hudeydeyê û alîkariya lezgîn bo yemeniyan di berdêla rawestandina êrîşên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li Marebê û rawestandina êrîşên balefirên bêmirov û mûşekî, her wiha êrîşên din li kûrahiya axa siûdî ye.

Desteya omanî ev name daye rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê