Hezîran 05, 2021 18:38 Asia/Tehran
  •  Greenpeace: Tirkiye yek ji wan 3 welatan e ku herî zêde hewayê qirêj dikin

Greenpeace li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand, ku Tirkiye yek ji wan 3 welatan e ku herî zêde hewayê qirêj dikin. Rêxistina Jîngehê ya Cîhanî Greenpeace dibêje Tirkiye yek ji wan 3 welatan e ku herî zêde dibin sedem hewa pîs bibe.

Li gorî rapora Rûdawê, Herwiha tê gotin ku ji 10 santralên termik ên komirê yên Ewropayê ku di warê kukurt dioksitê (so2) de herî zêde hewayê pîs dikin, 3ê ji wan li Tirkiyê ne. Greenpeace li ser hesabê xwe yê fermî Twitterê bi helkefta Roja Jîngehê ya Cîhanî derbarê Tirkiyê de peyamek belav kir.

Li gor amarên ku Greenpeace parve kirine di rêza 10 santralên termik ên komirê de ku herî zêde hewayê qirêj dikin  santrala termîk a komirê bi navê Soma ku li bajarê Konyayê ye sêyemîn e.

Santrala termîk a Kangalê ku li bajarê Sêwasê  ye 4emîn e û santrala termîk a Seyitomer ku li bajarê Kutahya yê Tirkiyê ye jî di rêza 6emîn de ye.

Piştî konferansa jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî ku sala 1972an li Swêdê hat sazkirin, her sal  5ê Hezîranê wek Roja Jîngehê ya Cîhanî tê pîroz kirin û bi armanca paqijkirina jîngehê bang li welatan tê kirin ku xwezayê biparêzin.

 

 

Serepeyv