Peyama pîrozbahiyê ya Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî
Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê piştî serketina Berxwedana Filistînê di şerê diwazdehrojî digel Rêjîma Siyonîst di nameyekê bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî sipasiya ji piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê di vî şerî da, serketina Berxwedana Filistînê li Hezretê Ayetullah Xamineyî pîroz kir.

Di nameya Ziyan Nexale, Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ku roja Şemiyê hat weşandin da hatiye: Ez bi şanazî û serbilindî bi nûnertiya ji aliyê xwe û birayên xwe di fermandetiyê û têkoşerê Tevgera Cîhada Îslamî û gordanên Qudsê, serketina gelê Filistînê û berxwedana serfiraz û dilwarên wê li dijî dijminê siyonîstî û zorbêjên vê rêjîmê, li we pîroz dikim.
Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di beşeka din a peyama xwe da ragihand: Ez pêwîst dizanim şehîdê ezîz û fermandarê me yê hezkirî Hac Qasim Silêmanî bi bîr bînim ku bi şehîdbûna xwe cîgeheke mezin bi dest xist; Bi rastî ku di van kêliyên dîrokî da cihê wî yê vala tê hestkirin.