NY: Derxistina Filistîniyan ji Qudsê ya ku Îsraîl dike, Cinayeteke Cengî ye
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî derxistina Filistîniyan ji Qudsê ya ku Îsraîl dike, wek Cinayeteke Cengî da zanîn û xwest ku bila rejîma Îsraîl valakirina Qudsa dagirkirî ji filistîniyan bi dawî bike.
Li gor IRIB Newsê, Hevdemê Roja Cîhanî ya Qudsê, hêzên rejîma dagirker a Siyonîst riyên berbi taxa Şêx Cerrah li Qudsa dagirkirî girtin.
Gelê Filistînê jî piştgiriya xwe ji niştecihên Taxa Şêx Cerrah bi civîn û xwepêşandanên li dijî kiryarên sûcdar ên siyonîstan nîşan dan û bi dirûşmeyan piştgirî dan Qudsa Şerîf.
Ev kiryarên Rejîma Siyonîst bûn sedem ku NY jî bertekê nîşan bide û ji vê rejîmê bixwaze bilez dev ji valakirina Qudsê ji filistîniyan berde û di vî halî de vê rejîmê ev kiriyarên Rejîma dagirker a Siyonîstî wekî cinayeta Cengî bi nav kir.
Robert Coleffil, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY), got: "Ger li taxa Şêx Cerrah fermanek valakirinê were derxistin û were sepandin, ev dibe binpêkirina qanûnên navneteweyî û pêsparteyên cîhanî yên Rejîma Îsraîlê."