May 02, 2021 11:54 Asia/Tehran
  • Rojnama El-Ereb: Balafireke Rûsyayê ji Telavîvê çû balafirgeha Himêmîm li Sûriyê

Rojnameya El-Ereb çapa Londona Brîtanyayê ji zarê çavkaniyên siyonîstî îdia kiriye ku balafireke girêdayî Hêzên Hewayî yên Rûsyayê sêşemiya borî ji balafirgeha Ben Gurion a rejîma Îsraîlê gihêşte balafirgeha Himêmîm a li parêzgeha Laziqiyê li bakurê rojavayê Sûriyê.

Rojnama El-Ereb wiha nivîsî: “Çavkaniyên Îsraîlê eşkere kir ku balafireke girêdayî Hêzên Hewayî yên Rûsyayê sêşemê gihaşte balafirgeha Himêmîm a li parêzgeha Laziqiyê li bakurê rojavayê Sûriyê ku ji balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê hatiye. Ev yek cara yekemîn pêk tê û bû sedema gelek pirsan.

Rojnamevanê siyonîst Îtayî Blue Mental diyar kir ku balafira Rûsyayê ya bi hejmara 65992 ji balafirgeha Ben Gurion a Til Evîvê ber bi baregeha Himêmîm a li Laziqiyê ve çû û got di balafirê de kesayetên payebilind hene, lê negot ew kes rûsî yan îsraîlî yan jî ji her du aliyan in.

Aliyên fermî yên Sûriyê û rejîma Îsraîlê heta êvara çarşemê ev agahî teqez nekir an jî red nekir. Ev jî nîşan dide ku îhtîmal heye ev agahî rast bin

Serepeyv