Nîsan 29, 2021 12:57 Asia/Tehran
  • Piştgiriya welîehdê Ebûzebiyê ji gotinên vê dawiyê yên Muhemed Bin Selman derbarê Îranê

Welîehdê Ebûzebiyê ji helwêstên vê dawiyê yên Muhemed bin Selman welîehdê siûdî derbarê pêkanîna pêwendiyên dostane bi Îranê ra hemayet kir.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Meadleeast Newsê, Muhemed bin Zayîd welîehdê Ebûzebiyê bi weşan dina twittekê sipasiya gotinên welêehdê Erebistanê dihevpeyîvîneka televîziyonî kir û got: Hilêxistina helwêstine wiha hevseng li gorî cîgeha welatên navçeyê li cîhanê ye.

Muhemed bin Selman roja Çarşemiyê di hevpeyîvîneke karî da bi gotina vêya ku Îran welatekî cînar e û Riyaz hêvîdar e ku bikare pêwendiyeka baş bi Têhranê ra dayne, got ku welatê wî di halî xebata bi welatên navçeyê û cîhanê ra jibo peydakirina riyekê jibo pêkanîna van têkiliyan e.

Welîehdê siûdî her wiha ragihand: Erebistan naxwaze Îran bikeve rewşeka dijwar, belkî dixwaze Îranê welatekî pêşketî be û ev xwestek jibo wê yekê ye ku navçe û cîhan ber bi pêşketinê va diçe.

 

Serepeyv