Nîsan 18, 2021 21:37 Asia/Tehran
  • Balyozê Filîstînê yê Şamê bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest da

Balyozxaneya Filîstînê ya paytexta Sûriyê Şamê ragehand, balyozê Filîstînê Mehmûd Elxalidî duh ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Balyozxanê di daxuyaniya xwe de ragehand: ‘’Balyoz Xalidî li nexwaşxana Yafa ya Şamê koça dawî kiriye û termê wî li goristana Şuheda ya nû ya kampa Yermûk a Şamê dê bê veşartin.’’

Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas jî piştî koça dawî ya Xalidî serxweşî xwest û rojek wek taziyê bo wî ragehand.

Balyoz Mehmûd Elxalidî yek ji damezrînerên Tevgera Gel a Fetihê bû û ji sala 1969ê ve dest bi karê siyasî kiriye.

Serepeyv