Keştiya Îsraîlê li ser avên Îmaratê hate hedefgirtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i325590-keştiya_Îsraîlê_li_ser_avên_Îmaratê_hate_hedefgirtin
Dezgehên çapemeniyê îro ragihand ku li Kendava Farsê û li ser avên Îmaratên Yekgirtî yên Erebî keştiya şîrketeke Siyonîstî hate hedefgirtin û rayedarên Îsraîlê, Îranê tometbar dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2021 06:27 Asia/Tehran
  • Keştiya Îsraîlê li ser avên Îmaratê hate hedefgirtin

Dezgehên çapemeniyê îro ragihand ku li Kendava Farsê û li ser avên Îmaratên Yekgirtî yên Erebî keştiya şîrketeke Siyonîstî hate hedefgirtin û rayedarên Îsraîlê, Îranê tometbar dike.

Îro Reutersê ragihand ku di encama êrişeke li Kendava Farsê de keştiya "Hyperion Ray" a bazirganiyê ya şîrketeke siyonîstî hate armanckirin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên siyonîst jî diyar kir ku piştî êrişa li dijî avahiya Nantaz a li Îranê wan hesabê bersiveke îranî kirine.

Dezgehên çapemeniyê yên Rejîma Îsraîlê jî li ser zimanê rayedarên xwe ragihand ku Îran li pey armanckirina keştiyê ye.

Ev yek piştî du rojan ji operasyona "Xerabkariyê" ya ku avahiya Nentez a çêkirina Uranyum`ê pêk hat û Îranê da zanîn ku Rejîma Siyonîstî berpirsa vê êrişê ye.