Nîsan 14, 2021 00:49 Asia/Tehran
  • El-Meyadînê qala êrîşa ser keştiyeke israîlî li nêzikî Imaratê kir

Hin çavkaniyên nûçeyan qala êrîşa ser keştiyeke Rêjîma Siyonîst li nêzikî Imaratê kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Hin çavkaniyên nûçeyan êvara Sêşemiyê li gorî dema Têhranê qala êrîşa ser keştiyeke rejîma Israîlê li nêzikî peravên Imaratê kirin.

Kanala El-Meyadînê ragihand ku keştiyeka rejîma Israîlê li nêzikî perava Fuceyreya Imaratê ketiye ber êrîşê.

Çavkaniyên xwecihî radigihînin ku navê vê keştiyê "(hyperion)" û ya kompaniyeka israîlî ye.

Kanala 12 ya televîziyona Rejîma Siyonîst jî ragihand ku keştiya "(hyperion)" li nêzikî bendergeha Fuceyreyê bi mûşekekê ketiye ber êrîşê.

 

Serepeyv