Nîsan 10, 2021 23:11 Asia/Tehran
  • Erebistana Siûdî 3 leşkerên xwe bi tometa xiyanetê darve kirin

Wezareta Berevaniya Erebistana Siûdî ragehand, 3 leşkerên ku bi topmetbariya xiyanetê û hewkariya li gel dijmin cezayê girtîgehê ji wan re hatibû dayîn hatine darve kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Erebistana Siûd ya li ser malpera înternetê îdia bûye ku di dadgeha bi awayekî dadperwerî de birêve çûye de dadgehê cezayê darve kirinê ji wan leşkeran re biriye.

Herwaha hat îdiakirin ji ber ku wan leşkeran li gel dijmin hewkarî kirine ew ceza hatiye dayîn, lê dijmin kî ye nehatiye gotin. Piştre hat zanîn ku dadgeh li sînorê Yemenê pêkhatiye.

Rêxistina Mafê Mirovan jî di nav de komeleyên mafê mirovan bang li Riyazê kiribûn cezayê darve kirinê rabike.  

Serepeyv