Adar 11, 2021 09:55 Asia/Tehran
  • Amadetiya Bin Selman jibo hevdîtina bi Nêtanyahû ra

Çavkaniyên agah li Imaratê ragihandin ku welîehdê Siûdî jibo hevdîtina bi serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li sefera wî ya bo Ebûzebiyê amade ye.

Li gorî rapora rojnameya 'The Jerusalem Post'ê, Çavkaniyên agah ên imaratî berbanga îro Pêncşemiyê ragihandin ku Muhemed Bin Selman welîehdê Siûdî amade ye ku digel Bênyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li Ebûzebiyê bicive.

Van çavkaniyan ragihandin, Nêtanyahû û tîma wî jî di halê pêkanîna hin gotûbêjan tev welatên Imarat û Erebistana Siûdî ne da ku hevdîtina bi Bin Selman serê xwe bigire.

Li gorî vê raporê, Hilbijartina seranserî ya pêşber li Filisstîna dagirbûyî, yek ji hegerên çûyîna Nêtanyahû bo Ebûzebiyê ye.

Biryar e ku Nêtanyahû îro Pêncşemî bi awayê fermî û bo cara yekem seredana Imaratê bike.

 

Serepeyv