Teslîmbûna kirêgirtiyên siûdî li bereya "Marib" ya Yemenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i324299-teslîmbûna_kirêgirtiyên_siûdî_li_bereya_marib_ya_yemenê
Medyayên Yemenê ragihand, ketîbeyek girêdayî Erebistana Siûdî xwe radestî hêzên artêşa Yemenê û hêzên Ensarullah li eniya Marib kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2021 20:42 Asia/Tehran
  • Teslîmbûna kirêgirtiyên siûdî li bereya

Medyayên Yemenê ragihand, ketîbeyek girêdayî Erebistana Siûdî xwe radestî hêzên artêşa Yemenê û hêzên Ensarullah li eniya Marib kir.

Li gorî IRNA roja Yekşemê; Medyaya Yemenî ragihand ku hêzên Yemenî li dû pêşveçûnên hêzên Yemenî li eniya Marib ya Tûgaya 117-a Piyade ya Serokê Yemenê ya îstîfakirî Mensûr Hadî xwe radestî artêş û Ensarullaha Yemenê kirin.

Hêzên artêşa Yemenê û Ensarullah di heman demê de bi ser ketin û karîn devera Raghwan a nêzîkê bajarê Marib û devera el-Tal'a el-Hamra li rojavayê parêzgehê bi dest xwe bixin.

Şer û pevçûnên li parêzgeha Marib çend roj berê di heman demê de dest pê kir ku hêzên artêşa Yemenê û komîteyên gelêrî yên girêdayî Ensarullah bingeha koalîsyona Siûdî ya "Kufil" li devera "Seraw" kontrol kirin.

Wezareta Navxwe ya neteweyiya hikûmeta Rizgariya Yemenê îro ragihand ku hêzên Artêşa Yemenê û Ensarullah îro Yekşemê zîndanekî hêzên Mensûr Hadî li bajarê Maribê girtin destê xwe û neh girtiyên ku kirêgirtî dixwestin wan radestî efserên siûdî bikin azad kirin .