Sibat 11, 2021 23:51 Asia/Tehran
  • NY: Li Iraq û Sûriyê zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê hene

Serokê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Têkoşîna li dijî Terorê Vladimir Foronkov eşkere kir; “Li Iraq û Sûriyê 10 hezar çekdarên DAIŞê hene.”

Vladimir Foronkov, Serokê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Têkoşîna li dijî Terorê roja çarşemê ji hejmarek dîplomatan re axivî û got: “Nêzîkî 10 hezar çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê mane, ku piraniya wan hewl didin di demeke dirêj de li Iraqê dest bi çalakiyan bikin.”

Li Iraqê ti bajar û gundek di destê DAIŞê de nemaye, lê li gor gotinên Vladimir Foronkov "rêxistinkirî ne û li deverên biyaban û deştên navbera her du sînoran, xwe vedişêrin û êrîş dikin".

Vladimir Foronkov bal kişandiye ser rewşa jiyana beşeke mezin a jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên li kampan, bi taybetî li Kampa Holê ya li Hesekê ya rojhilatê Sûriyê.

Foronkov diyar kiriye ku piştî derbasbûna du salan di ser têkçûna DAIŞê re, hê jî nêzîkî 27 hezar û 500 zarok li bakur û rojhilatê Sûriyê di metirsiyê de ne, di nav wan de nêzîkî 8 hezar zarok ku ji xelkê 60 welatan in, ji bilî zarokên Iraqî yên li Kampa Holê ne.

Serepeyv