Rayedarên Imaratê salvegera serketina Înqilaba Îslamî pîroz kir
Rayedarên Imaratê salvegera serketina Înqilaba Îslamî li dewlet û gelê Îranê pîroz kir.
Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya ajansa fermî ya nûçeyan a Imaratê (WAM); Şêx Xelîfe Bin Zayid Alê Nehyan, Serokê Imaratê bi şandina peyamekê bo hucet ul-islam wel-Muslimîn Hessen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, salvegera çil ûduyem a serketina Înqilaba Îslamî pîroz kir.
Şêx Muhemed bin Raşid Alê Mektûm alîkarê Serokê Imaratê ûş serokwezîr û Hakomê Dubeyê, her wiha Şêx Muhemed Bin Zayid Alê Nehyan Welîehdê Ebûzebiyê û alîkarê Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên Imarattê bi peyamên cuda bo Serokê Komara Îslamî ya Îranê salvegera serketina Înqilaba Îslamî pîroz kirin.
Îro çil û duyemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ye.
Înqilaba Îslamî ya Îranê roja 11ê Sibata 1979an bi rêbertiya Hezreta Îmam Xumeynî (Re) bi ser ket.
Îro Çarşemî, 22ê Behmena 1399an a Koça Rojî hevdem digel 10ê Sibata 2021ê, çil û duyemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê bi rêbertiya Hezretê Îmam Xumeynî (Re) ye.