Medya rejîma Îsraîlê: Wê Netanyahu serdana îmarat û Behreynê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i323693-medya_rejîma_Îsraîlê_wê_netanyahu_serdana_îmarat_û_behreynê_bike
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, Benyamîn Netanyahu, bi serdaneke fermî diçe welatên Îmarat û Behreynê ku bi wan re peymanê aştiyê îmze kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2021 05:50 Asia/Tehran
  • Medya rejîma Îsraîlê: Wê Netanyahu serdana îmarat û Behreynê bike

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, Benyamîn Netanyahu, bi serdaneke fermî diçe welatên Îmarat û Behreynê ku bi wan re peymanê aştiyê îmze kiriye.

Medya Rejîma Îsraîlê ragihandiye ku Netanyahu ji bo li hember Îranê eniyekê ava bike û herdu welatên Îmarat û Behreynê ku bi aştiya bi Rejîma Siyonîstî re xiyanet li misilmanan û doza Filistînê kirine, bikişîne cem xwe, 9 meha Sibatê serdana wan welatan dike.

Hat diyarkirin ku Netanyahu piştî serdana xwe ya paytexta Îmaratê Abûzabiyê wê derbasî peytexta Behreynê Manamê bibe û dawî li serdana xwe bîne.

Li gor ragihandina Kanala 13-an a Rejîma Siyonîstî derbarê serdana serokwezîrê vê rejîmê bo Îmarat û Behreynê, mebesta Netanyahu çespandina serkeftina xwe ya derbarê razîkirina welatên erebî yên wek Îmarat û Behreynê bi xiyaneta li doza Filistînê û avakirina eniyekê li dijî Îranê ye.