Çile 16, 2021 17:15 Asia/Tehran
  • Talankirina nefta Yemenê ji aliyê dagirkerên imaratî va berdewam e

Çavkaniyên yemenî ragihandin ku destdirêjker û dagirkerên imaratî hema wisa talankirina çavkaniyên neftê yên Yemenê didomînin.

Li gorî rapora ajansa yemenî ya Sebayê, Resas Husên Bekrî Alîkarê parêzgarê Şebweya Yemenê îro Şemiyê destnîşan kir: Imaratiyan vê dawiyê jibo kûrkirina bîrên neftê, bîrên nû li navçeya Qesieyê li parêzgeha Şebweyê kolandine.

Bekrî tevî amajeya bi qaçaxkirina neftê bi rêya bendergeha Qenayê (Bîrelî) bi saya hewildanên aşkira yên kirêgirtiyên siûdî jibo raberkirina vê benderê bo imaratiyan got: Operasiyona qaçaxkirina nefta Yemenê hema wisa didome.

 

Serepeyv