Kanûn 15, 2020 18:03 Asia/Tehran
  • Ensarullah: NY şirîkê Hevpeymaniya Siûdî di cinayetên dijî Yemenê da ye

Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê NY wek şirîkê cinayetên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li dijî gelê vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Fars Newsê, Muhemed Ebdulselam, Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê ji bêdengiya NY derheqê dorpêça Yemenê rexne kir.

Ebdulselam her wiha got: Dewama dorpêçkirin û girêdana balefirgeha navneteweyî ya Senayê û Bendergeha Hudeydeyê cinayetek e ku NY bi bêdengiya derheqê wê, zemîneyê jibo dewama destdirêjiyên Hevpeymaniya Siûdî derheqê gelê Yemenê dabîn dike.

Dewleta Yemenê heta niha bi caran ji bêdengiya NY û berçavnegirtina dorpêçê û dewama êrîşan destdirêjkeran li ser vî welatî rexne kiriye.

 

Serepeyv